NY: Koçber bûna şêniyên Mûsilê didome

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Welatên Yekgirtî, di derbarê rewşa Mûsilê de peyamekî da. Di peyama xwe de dibêje; di nav her dû rojên dawiyê de, ji rojavayê bajarê Mûsilê 8 hezar û 400 kes mecbûr man ku dev ji malên xwe berdin.

Berdevkê Sekretêrê Giştî yê Welatên Yekgirtî Stephane Dujarric, di civîneka çapemeniyê de beyan kir û got: “Di rojên 5 û 6 ê Hezîranê de, 8 hezar û 400 kes ji cîh û warên xwe bûne. Ev jimar du carî li yên du roj berê ne. Her roj koç zêdetir dibe. Em ji jiyana 100 hezar xelkê nav bajarê kevin endîşe dikin ku ew der hêj di bin kontrola DIŞIê de ye.”

Wezîrê Karê Koç û Koçberan ye Îraqê Muhamed Caf jî ji Bexdayê beyanatek da û gotibû ku piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkir û heya niha 819 hezar kes koçber bûne û ji wan 700 hezar kes jiyana xwe di kampan de dewam didin kirin.