NY: Hijmara terorîstên DIŞIê kêm bûye

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Li gorî raporta Sekreteriya Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ku peşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiriye hejmara terorîstên DIŞIê herî zêde dora 20 hezarî ye.

Di raportê de tê gotin ku hejmara terorîstên DIŞIê di nava 16 mehên dawî de bi şêweyekî berbiçav kêm bûye û hejmera milîtan niha di navbera 12 û 20 hezarî de ye. Ji gelek herêmên cihanê jî çûna milîtanan bo Iraq û Sûriyeyê sivik bûye.

Li gorî raportê ihtimala ku terorîstên nava DIŞIê vegerin welatê xwe û bi vegera xwe re dibe şer û pevçûnan jî bibin û ev tehdîdeke cidî li ser ewlehiya navneteweyî ye. Li gorî doneyên NY ji destpêka sala borî heta niha terorîstên DIŞIê ku li Iraq û Sûriyeyê şer dikin tim di binê guvaşan de ne û rastî gelek têkçûnan hatin.