Artêşa Îraqê ji sedî 90ê taxa Zencîlî kontrol kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Li gor daxuyaniyên artêşa Îraqê, hêzên leşkerî yên Îraqê di çarçoveya operasiyonên xwe y ên li Mûsilê ên bo azad kirina aliyê rastê vê bajarê di destê terorîstên DIŞIê de, heta niha karîne ji sedî 90 taxê Zencîlî kontrol bikin.

Rayedarên artêşa Îraqê behsa vê yekê dikin ku şer û pevçûn di navbera artêşa Îraqê û terorîstên DIŞIê de didome û terorîstên DIŞIê jî ker ku diçe lawaz dibin.

Artêşa Îraqê behsa vê yekê dike ku piştî azad kirina Zincîlî vê berê xwe bidin taxa Mûsila kevin lê şer û operasiyon li taxa Mûsila kevin vê hêdî hêdî werin meşandin jiber ku artêşa Îraqê naxwaze ti zirarek bigehêje welatiyên medenî yên ku li vê taxi ji aliyê terorîstên DIŞIê ve weke mertalên zindî tên bikaranîn.