Jina 84 salî 7 roj di bin kavilan de zindî ma

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Li bajarê Mûsilê jina bi navê Neîme Mihemed a 84 salî, di bin kavila xaniyekê bombebarankirî de 7 rojan sax ma. Neîme Mihemed piştî xilasbûna taziya xwe, hate rizgarkirin.

Çiroka bi saxî rizgarbûna Neîme Mihemed pir balkêş e. Ji ber ku ew li gel 34 kesên din, li rojavayê Mûsilê, ji aliyê DIŞIê ve, di xaniyekê de weke mertalên zindî dihatine bikaranîn. Lê dema çend terorîstên DIŞIê li ser banê heman avahiyê şer dikir, firokeyên hevpeymaniya navdewletî 5 mûşek li wî avahiyê da û hilweşand.

Di encamp de 5 terorîstên DIŞIê hatin kuştin û 34 kesên di wî avahiyê de mirin lê tenê Neîme Mihemeda 84 salî, di bin xirbe û kavilan de zindî ma. Wê 7 rojan bê xwarin û vexwarin karî di jiyanê de bimîne.