Nîşangera herî metirsîdar ya DIŞIê hat kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Çavkanîyeke ji hêzên ewlekariya Iraqê ji Spûtnîkê re ragihand, nîşangera jin a bi pasaporta Libyayê ku bi sedan kes li Mûsilê kuştine ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye kuştin.

Çavkaniyê diyar kir, wê nîşangera jin xwe bi navê Mariya dida naskirin û li rojavayê Mûsilê xwe vedişart.

Hat ragihandin ku nîşangera DIŞIê heta niha gelek sivîlên ku dixwestin derbasî herêmên kontrola arteşa Iraqê bibin kuştine.