Terorîstên DIŞIê li Mûsilê bi xwekujan êrîşî ser artêşa Îraqê kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


îro berpirsên ewlekariyê yên Îraqî ragihandin ku, zêdetirî 100 terorîstên DIŞIê êrîşeke  berfire aniye ser yekîneyên leşkerê Îraqê li nava bajarê Mûsil, 11 polîsên fedral û 4 kesên sivîl di êrîşê de hatine kuştin.

Ev êrîş dide zanîn ku hêjî terorîstên DIŞIê şiyana şerkirinê heye piştî çendîn mehan ji şerên giran li bajarê Mûsilê, yên bi alîkariyê hêzên esmanî yên Amerîka tên encam dan.

Terorîstên DIŞIê bi riya ava çemê Dîcle bi dizî ketine di nava taxê Dindan de li aliyê rojavayê Mûsil, pêşiyê çûne di mizgeftê de û bi riya mîkrefona mizgeftê siloganên "Elah û Ekber" gotine, şûn de çûne taxên Dewasa, Nebî Şît û di nava malan de geriyane, li hember hêzên ewlekariya Îraqê ketine di nava pevçûnan de, terorîstên DIŞIê hejmarek polîs kuştine û dest danîne ser hin otombîlên Hamphy yên leşkerî.

Ev yek ji aliyê hin berpirsên ewlekariya Îraqê ve hatine piştrast kirin, yên ku ne xwastine navê wan bihê eşkerekirin, jiber ku, wan ew destûrî nîne daxûyaniyan bidin û pêzanînan ragihînin.