Li derdorê Baduşê 12 terorîst hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Artêşa Îraqê dibêje di nava koçberên derdorê Baduşê de 12 terorîstên DIŞIê hatine girtin.

Artêşa Iraqê li bajarokê Baduşê yê Mûsilê 4 gundên din kontrol kir. Di dema operasyonê de nêzîkî 2 hezar kes koçber bûn.

Rayedarekî artêşa Îraqê diyar kir ku di dema kontrol kirina nasnameyên koçberên wan deveran de ji wan re eşkere bûye ku 12 terorîstên DIŞIê jî di nava wan koçberan de hene û xwestine bi vê awayî xwe rizgar bikin û xwe bigehînin deverên din.