Serkirdeyên DIŞIê ji Mûsil û Reqayê direvin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Gelek ji serkirdeyên terorîstên DAIŞê piştî ku li her du bajarên Reqa û Mûsilê rastî şikestên mezin hatin ji wan her du bajaran direvin û berê xwe didin bajarê El-Meyadîn li parêzgeha Dêrezora Sûriyê.

Associated Pressê ragihand ku çavkaniyên sûriyeyî û amerîkî diyar kirine gelek ji serkirdeyên grûpa terorîstî ya DIŞIê ji Mûsilê û Reqayê revîne bajarê El-Meyadîn li parêzgeha Dêrezora Sûriyê.

Bajarê El-Meyadîn li parêzgeha Dêrezora Sûriyê ketiye peravê çemê Firatê li nêzîkiya sînorê Iraqê.