Rûhanî: azadiya Mûsilê, cejna serketinêye li hember terorîzmê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokkomarê Îranê serketinên dewlet, artêş û hêzên Iraqê li hmeber terorîzmê pîroz kir û destnîşan kir: Azadiya Mûsilê wek sembolek jibo kutakirina terorîzmê û cejna serketina Îarn, Iraq, Sûriyê û hemî welatên li navçê ye ku li hember diayrdeya meizn a terorîzmê şêr dikin.

Hesen Rûhanî Serokkomarê Îranê berêvara di hevdîtina  bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Têhranê got ku  rawstana li ber terorîzmê û pêkanîna  ewlehiyê li navçê maye ser hevkarî û hewahengiya  hemî welatan û diyar kir ku komara Îranê ku serketina  li hember terorîstan û ewlehiya neteweyî ya Iarqê weke serketin û ewlehiya xwe dizane, hertim li kêleka  gelê Iraqê bûye û yê bimîne.

Rûhanî her wiha  ser pêwîstiya  parastina  yekperçetiya welatan li navçê û nebûna  her cure  guhertina  cuxrafiyayî li sînoan tekez kir û got: Guhertinên cuxrafiyayî û hilweşandin nayê qebûlkirinê û ser qazanca tu yek ji welatan  li navçeyê nîne û Îranê piştgiriyê dide yekperçetiya Iraqê û bêguman dê her hereketa ku yekitî û yekperçetiya  Iraqê lawaz bike dê ser qezanca  tu kesî nebe.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê tekez kir: Iraq cidî ye ku peywendiyên xwe li hemî waran bi Komara Îslamî ya Îranê re berfireh bike.

Serokwezîrê Iraqê her wiha  xurtkirina  hevkariya hemî welatên navçê bi taybet Îran û Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê pêwîst da zanîn û got: Terorîstên DIŞI`ê tu sînorekê nas nakin û divê hemî welat jibo rawestana li ber vê gefa hevpar hevkariyê bikin.