Ebadî: Teqandina Minareyê tê wateya şikestina DIŞIê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî teqandina Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba li bajarê Mûsilê bi şikistina DIŞIê dide zanîn.

Bi nêzîkbûna kontrolkirina aliyê Mûsila Kevin ji aliyê hêzên iraqî ve, terorîstên DIŞIê êvariya îro her du cihên sembolîk bo wê rêxistinê, Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba teqandin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku teqandina Mizgefta Nûrî û Minareya Hedba bi fermî şikstina DIŞIê ye.

Fermandarên Artêşa Iraqê didin xuyakirin, ku teqandina mizgefta Nûrî nîşan dide, ku êdî hêviya DIŞIê nemaye ku di nava Mûsilê de bimîne, ji ber wê ew dever teqandiye.