Artêşa Îraqê: DIŞIê Mizgefta Nurî teqand

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Artêşa Îraqê ragihand ku DIŞIê, Mizgefta Nurî ya li Mûsilê, tevî mînareya wê ya navdar teqandiye.

Emîrê DIŞIê Ebûbekir Bexdadî, di sala 2014an de ji Mizgefta Nurî xîlafeta xwe ragihandibû û dîmenên wê yên ji wê mizgeftê bûbûn sembola DIŞIê ya li Îraq û Sûrîyê.

Rêxistina tundrê, di ser ajansa Amaq’ê re ragihand ku firokên Amerîka mizgeft û mînareya wê hilweşandine.