Ryan Dillon: Ger Bexdadî sax be jî Bandora wî nemaye

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Berdevkê koalîsyona li dijî DIŞIê ya bi pêşengîya Amerîka Ryan Dillon dîyar kir ku ser saxbûn yan mirina serokê rêxistina cîhadî Ebubekir El-Bexdadî, ti delîl tune ye.

Dillon, di birifînga rojane ya Wezareta Karên Derve yên Amerîka de da zanîn ku ger Bexdadî sax be jî, ti bandora wê ya li ser pevçûnên li Îraq û Sûriyê nemaye.

Dillon got: Em dizanin ku ger Bexdadî sax be jî bandora wê li ser cenga li Reqa û Mûsilê nemaye û nikare rêberiya DIŞI ya ku tim axa di destê wê de kêm dibe bike.’’

Rûsya ragihandibû ku di êrîşeke wê ya esmanî ya di 28’ê Gulanê de li dar ketîye de, hin fermandarên payabilind yên DIŞIê hatine kuştin.