Li Kerkûkê 3 Pêşmerge birîndar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Li bajarê Kerkûkê di encama teqîna bombeya DIŞIê de ku berê bicih kiribû 3 pêşmerge birîndar bûn.

Fermandarê Piyadeya 2mîn ê Hêzên Pêşmerge Şiwan Şemeranî diyar kir ku di encama teqîna bombeya ku ji aliyê terorîstên DIŞIê ve li gundê Mamê ku dikeve rojavayê Kerkûkê hatiye çandin de 3 pêşmerge birîndar bûne.

Hate eşkerekirin ku rewşa Pêşmergeyan baş e.

Xebatên paqijkirina mayinan li herêmên ku ji rêxistina terorîst a DIŞIê hatin rizgarkirin, dewam dikin.