Komîsyona Hilbijartinan dê biçe Kerkûkê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Berdevkê Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan Şêrwan Zirarî diyar kir ku bi mebesta destnîşan kirina cêyên dengdanê vê di wan rojan de şandeka komîsyonê serdana Kerkûkê û deverên Kurdistanî bike.

Zirarî herwiha diyar kir ku jiber normal û baş nebûna rewşa ewlekarî li hin deveran lazime bo prosesa dengdanê tedbîrên pêwîst yên ewlekarî jî werin stendin.

Şêrwan Zirarî her wiha got, armanceka me ya din ew e ku em ji nêzîk de cihên dengdanê û rewşa wan deveran bibînin da ku em bizanin çend karmend û sindoq pêwîst in.

Berdevkê Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan anî ziman ku ewê hewl bidin di demek kurt de pêdiviyên referandomê dabîn bikin û xwe ji roja referandomê re amade bikin.