Li Diyarbekirê vê festîvala serxwebûnê were sazkirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Însiyatîfeke sivîl ku ji hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ên ji Kurdên Ewrûpayê pêk tên, ji bo pîrozkirina biryara Serxwebûna Kurdistanê, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê xebatên festîvalê meşandin. Înîsiyatîfê li Diyarbekirê jî civînek pêk anî. Di civînê de, hat ragihandin ku dê di 26'ê Tebaxê de li Diyarbekirê jî festîvala hemdem were lidarxistin.

Komîsyona ku bi awayekî xweser bêyî hizbên siyasî li hev civiyan, li sê navendên sereke ji bo 26'ê Tebaxa 2017'an biryara festîvalê da û yek ji van navendan jî Diyarbekir hat diyarkirin. Ji bo civîna Diyarbekirê, endamên komîsyonê, li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî civîna destpêkê li dar xist.