Li derdora Hewlêrê 8 rafîneyên petrolê hatine girtin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Li Hewlêrê biryara daxistina 8 rafîneyên derqanûnî bi hincete qirêj kirina jîngehê hate dayîn.

Li ser rêya Mexmûr û Hewlêrê, 8 rafîneyên ne yasayî yên gazoyîlê hatine girtin. Hate gotin, ku destûra kara van rafîneyan nebûye û herwiha zirareke mezin jî gihandina jîngeha Hewlêrê.

Berpirsê kontrol  û Çavdêriya Jîngeha Hewlêrê Enwer Mihemed diyar kir ku bi hevkariya parêzgariya Hewlêrê û komîsyona qaymiqamiyê, piştî giliya gelek welatiyan a ji hewa û bêhna pîs, biryar hatiye dayîn, rafîneyên petrolê yên li nêzîkî bajarê Hewlêrê werin girtin.