DIŞI li derdorê Kerkûkê hêzên xwe zêde dike

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Terorîstên DIŞIê piştî şikestên xwe li Mûsil û Reqayê hêzên xwe dişînin derdorê Kerkûkê.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê eşkere dike, tevgera terorîstên DIŞIê ya li navçeya Hewîceyê zêde bûye û ev yek jî cihê gumanê ye.

Navçeya Hewîceyê ji 4 bajarok û zêdetirî 500 gundan lixwe digre. Ev herêm hê jî di bin kontrola terorîstên DIŞIê deye.

Rêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir derbarê zêdebûna êrîşên DIŞIê yên li Xurmatûyê de got: “Heta niha jî ji sedî 30ê axa Kerkûkê di bin destê DIŞIê de ye û ew demeke ku terorîstên DIŞIê hijmara xwe li deverê du qasî zêde kirine.