Ehmed Tirk: Dem bo dewletbûnê goncave

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Parlamenter û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ehmed Tirk derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê de ragihand ku divê hesreta kurdan a dewletbûnê were bicihanîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê berê Ehmet Tirk derbarê biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê berisva pirsên Peyamakurd da û got: "Kurd li Rojhilata Navîn xelkekî gelekî girîng in. Şertê dewletbûna Kurdistanê çêbûye û divê hesreta kurdan a dewletbûnê were bicihanîn.