Hêmin Hewramî: Proseya referendûmê proseyek demokratîke

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî, ku beşdarî di panela “Lêgerîna Serxwebûnê ya Kurdistanê yaku li Enqereyê hatiye organîzekirin kiriye diyar kir ku refrandûm proseseke demokratîke bo hayedar bûn ji raya giştî ya xelkê Kurdistanê.

Hewramî, di panela ku ji alî Weqfa Lêkolînên Aborî, Civatî û Siyasî (SETA) ve hatî lidarxistin de got ku: Kurdistan di proseya diyarkirina vîn û iradeya xwe de ye û bizava serxwebûnê ne ku ji nişkê ve hatiye rojevê. Gav jî, qet bi paşve nayête avêtin.

Hewramî diyar kir ku, Proseya referendûmê proseyek demokratîk e û gel dê liser pêşeroja xwe biryara xwe bide, iradeya xwe destnîşan bike. Ne em siyasetmedar biryarê didin, em ji Milletê Kurd dipirsin: Hûn çi dixwazin? Mafê cîhanê ye jî bizanibe, Kurd çi dixwazin? Alîkariya me ligel Iraqê dû di pêşerojê de jî berdewam be.