Li Amedê gelek karsaz hatin desterser kirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Hate ragihandin ku li Amedê di derheqê 53 karsazan de biryara girtinê hatiye derxistin û heta niha 13 kes hatine desteserkirin. Hinceta desteserkirinê hêj ne diyare.

Li Amedê di seatên sibê de gelek karsazên kurd hatin desteserkirin. Karsazên kurd têkildarî dozeke ku ji aliyê Serdozgeriyê Amedê dimeşîne ve hatine desteserkirin. Kesên ku hatine desteserkirin zêdetir kare inşeatê dikin û di navde karsaz Celalettin Birtane û Mehmet Çelik jî hene.

Hat zanîn ku karsaz bi ideaya "Alikariya KCKê" hatine desteserkirin. Hejmara kesên ku hatine desteser kirin ne diyare lê tê ideakirin ku listeyek ku ji 53 karsazan pêk tê heye.