Li Sêrtê cerdevanek û li Bedlîsê du leşker hatine kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Li Bedlîsê di navbera endamên PKKyê û leşkeran de şer derket. Di şerî de du leşker mirin.

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) eşkere kir ku li Bedlîsê di navbera endamên PKKyê û leşkeran de şer derketiye. Di şerî de du leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye.

Li navçeya Dihê ya Sêrtê PKKyîyan li hêzên ewlehiyê reşand, cerdevanek bi navê Abdurrahman Dûndar mir.

Termê Dûndarî ji herêma şerî bi helîkopteran ji bo nexweşxaneya Sêrtê hatiye birin û dê sibeyê bê binaxkirin.

Piştî Bûyerê, Qeymiqamiya Dihê li Gundê Diha Kevin ji bo 24 sietan derketina derve qedexe kir. Qedexeyê ji siet 01.00ê dest pê kir û dê heta sibeyê(23yê Hezîranê) siet 01.00ê bidome.