Parêzgerê Sinê daxwaza vekirina deriyê sînorî kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Duh Wezîrê Navxwe yê Îranê Rehmanî Fezilî serdana parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê kir û di civînekê de li gel berpirsên wê parêzgehê behsa danîna pilanekê ji bo pêşxistina wê parêzgehê kir.

Di civînê de parêzgarê Sine da xuyakirin ku heya niha çendîn qonaxên gotûbêjan li gel berpirsên Kurdistanê encam dane, ji bo vekirina deriyê sînorî yê "Seyranbend" ku dikeve ser bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ve û daxwaz kir ku wezareta navxwe ya Îranê kar bike ku ew derî di demek nêzîk de bê vekirin.

Parêzgarê Sine herweha daxwaz kir ku pirsgirêka avê li wê parêzgehê bê çareserkirin, ji ber ku Sine xwediya çavkaniyên mezin ên avê ye, lê xelkê wê parêzgehê pirsgirêkên wan ên avê hene.