Hêzên ewlehiya Îranê dîsa li kolberan gule barand

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Li gor raporta malpera taybet a mafê mirov li rojhilatê Kurdistanê, îro 22.06.2017ê li navçeyên sînorî yê Pîranşarê di encama gule berdana hêzên ewlehiya Îranê de kolberekê jiyana xwe ji dest da, du kesên din jî birîndar bû.

Li gor malpera Hengaw îro 22.06.2017ê hêzên ewlehiya Îranê li binkeyê Necefî yê li sînorê Sê Çoman a ser bi Pîranşarê gule li kolberên kurd berdane û kolberê bi navê Mihemed Darbiranî jiyana xwe ji dest da, du kesên din jî birîndar bûn.

Derbarê nasnameya wan du kesên birîndar de heta naha ti agahiyek nehatiye vergirtin, lê yek ji wan hat zanîn xelkê Pîranşarê ye.