Baydemîr: Demîrtaş bi fermana nepenî ya wezareta dadê hat girtin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Berdevkê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Osman Baydemîr diyar kir ku dosyeya bo girtina hevserokê partiya wî Selahedîn Demîrtaş, bi fermana Wezareta Dadê ya Tirkiyê hatiye amade kirin.

Baydemîr li parlementoya Tirkiyê preskonferansek li dar xist û dosyeya ku li ser nepenî dinivîse nîşanî rojnamevanan da.

Berdevkê HDPê da zanîn ku di 9’ê Îlona 2015’an de, ser gotinên Demîrtaş yên li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokwezîrê wê demê Ahmed Davudoglu, Wezareta Dadê tavilê bi dosye xwestîye ku ‘’tiştên ku pêwîst in werine kirin’’

Baydemir got: Ev, belgeya binpêkirina xala 13’an ya Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê ye û nîşan dide ku darizandin bi fermanan tê meşandin."

Baydemir bal kişand ser peyva "nepenî" ya li ser dosyeyê û got ku eger ev dosye asayî be, çima li ser ‘nepenî' hatiye nivîsandin?’