Heather Nauert: Emê piştgiriya Kurdan bikin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Di civîna heftane de Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, derket pêşberî rojnamevanan û bersiva pirsên wan da. Heather Nauert, herweha bersiva pirsên di derbarê Kurdan de jî da û eşkere kir ku ewê di pêşerojê de jî piştgiriya Kurdan bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, hêza Kurdan wek „hêza herî baş“ bi nav kir û got: Emê alîkarî û piştgirîya bi Kurdan re berdewam bikin“.

Heather Nauert, di derbarê pêşeroja herêmê (Rojhilata Navîn), têkiliya bi Kurdan re û erdnîgarîya piştî DIŞIê got: „Ez zanim ku wê Amerîka piştgirîya hevkarên xwe yên di koalîsyonê de ku ji%40-50ê herêmê ji destê DIŞIê rizgar kirine, bike. Ev rastîyek e ku em piştgirîya wê dikin. Ev ne tiştek e ku di şevekê da xilas bibe û dawî lê bê, pêvajoyek dûvdirêj e“.

Heather Nauert, herweha anî zimên ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HDS-DSG) hêzek bi bandor e û di rizgarkirina bajarê Reqayê de hêza herî baş e. Heather Nauert da zanîn ku ewê nikaribe ji niha ve di derbarê pêşerojê de texmînên xwe berpêş bike.