Li Kerkûkê 39 tawanbar û gomanbar hatin girtin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Îro, Înê 23.06.2017 di kongreyeke rojnamevanî de fermandeyê polîsên Kerkûkê Emîd Xetab Omer ragehand ku, di hilmetekê de ya Hêzên Asayîşa bajêr karîn li sînorê pênc bigehên polîsan ku, nêzîkî 20 taxên nav bajarê Kerkûkê li xwe digre 30 kesên guman li ser wan hene û 9 kes jî daxwazkirîne li gor madeya 4 a terorê ji yasaya sizadana Iraqê desteser bikin, herwiha karîn dest deynin ser 2 kilaşinkof û demancekê bê muhlet.

Fermandeê polîsên Kerkûkê aşkere kir ku, ew hilmeta desteserkirinê demijmêr 2:00 berbanda îro destpêkir heta demijmêr 9:00 berdewam bû.