Amerîka referendûma Kurdistanê rewa dibine lê bi eşkere nabêje

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Rojnameya Washington Post ya Amerîkî, analîza rojnamevanên psporên Rojhilata Navîn Morgan Kaplan û Ramzy Mardînî weşand, ku tê de referendûma serxwebûna Kurdistanê tê nirxandin.

Kaplan û Mardînî diyardikin ku, referendûma serxwebûna Kurdistanê dê destê Hewlêrê bihêz bike û berjewendiyek berçav li herêmê ji Kurdistanê re bidest bixe.

Li gorî nirxandinê, encama referendûmê dê desteka navneteweyî jî bigire û pêşî li destwerdanek serbazî hemberî Kurdistanê jî dê bide girtin. Piştî şikestina DIŞIê di herêmê de, nexşerêya serxwebûnê ya Kurdistanê dê were pêş platformên navneteweyî. Herweha demografiya Kurdistanê ku ji alî desthilatên Iraqê ve hatiye herifandin, desthilata kurd li wan deveran jî dê bîngehek yasayî werbigire.

Her dû rojnamevanan diyar kir ku Washington referendûma Kurdistanê rewa dibîne, lê li ser erdê naxwaze piştgiriya wê xûya bike.