5 welatiyên Kurd li Mûsilê canê xwe ji dest dan

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


5 welatiyên Kurd yên ku endamên yek malê bûn jiber bordimaneke şaş li Mûsilê canê xwe ji dest dan.

Yek ji endamên malbatê Ebdulah Selman diyar kir ku, Di dema fitariyê de moşek li mala bavê min ketiye û dê, bav, bira, jinbira û keça birayê min jiyana xwe ji dest dan." Mala wê malbatê, li Mûsilê 150 metre nêzîkî Mizgefta Nûrî bû û termê endamên malbatê di bin xaniyê de mane.

Ji xizmên qurbaniyan Ebdulwehab Berwarî destnîşan kir, endamên malbatê di bin xaniyê de mane, nikarin herin termên wan derxin û nimêja wan a cenazeyê bikin.