Li Çewlikê teqîn çê bû çend leşker mirin û çend jî birîndarin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê di encama teqîna mayîna ku berê ji aliyê endamên PKKê ve hatibû bicihkirin de serpelek tirk can da, 2 leşker jî birîndar bûn.

Li navçeya Dara Hênê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de, mayîna ku berê ji aliyê endamên PKKê ve hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de jî serpelek can da, 2 leşkerên tirk jî birîndar bû.

Hate ragihandin ku leşkerên birîndar bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Dewleta Çewlikê û li wir tên dermankirin.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê li herêmê operasyona leşkerî dabû destpêkirin.