Li Sine sê pêşmergeyên partiyeke Kurdî canê xwe ji dest dan

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, tîmeke pêşmerge û endamên rêxistina nehênî ya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistana Îranê ketine kemîna Pasdarn û di encamê de 3 pêşmergeyan canê xwe ji dest da.

Serokatiya Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê ev pevçûn pitrastkir û eşkere kir ku pêşmergeyên wan ketine kemîna pasdaran.

Di daxuyaniyê de tê gotin, pêşmergeyên bi navê Sebah Huseyîn Penahî, Hamîd Seyf Penahî û Behzad Nûrî piştî şereke giran jiyana xwe ji dest dane.

Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistana Îranê di daxuyaniyê de ti amajeyeke desteserkirina endam û pêşmergeyên xwe nake.

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, ku di dema şer de gelek pasdarên Îranê jî hatine kuştin.

Piştî 25 salan, Komeleya Şoreşger û Zehmetkêş a Kurdistana Îranê, roja 19ê Hezîrana 2017ê, salvegera bîranîna Roja Pêşmerge, li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê pîroz kir.