Cîhadî dîsa Efrîn û Şahba topbaran kirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Cîhadiyên ser bi Nusre û Ehrar Şam bi çekên giran  gundewarên Efrînê topbaran kirin.

Cîhadiyên ser bi wan her du tevgerên radîkal gundên rizgarkirî yên herêmênŞahba topbaran kirin. Di encamê de baxçe û çandiniyên şêniyên deverê rastî zirar û ziyanên mezin hatin.

Çeteyên Cebhet Nusre û Ehrar Şam, ên li aliyê kela Semanê bi cih dibin, bi top û çekên giran doşka, topavêj û hawanan her du gundên Îska û Basûfanê yên navçeya Şêrewa topbaran kirin, her wiha gundê Qitmê û Kefer Cenê yên navçeya Şera topbaran kirin.